Kurmê şîrî heta pîrî Hemîd Smaîlaxa

Di dema avakirina xwe de “PKK” bi diruşmên “şerê çekdarî, ji bo rizgariya Kurdistaneke
yeker, pêşverû, û sosyalîst” xwe di nav civata Kurd de, da pêş. Lê di tevaya belgeyên
dîroka xwe de, xweş diyar dibe ku bi palpiştiya dewletên dagirker, berê xwe da tevgera
welatparêziyê.
Beriya ku berê çekên xwe bi dagirkeran re veke, şerê çekdarî li hemberî hêz û rêxistinên
pêşverû û welatperwer kir. Heta girêka xwe bi pişt xist, qada xebatê ji hêzên
welatperwer paqij kir, hêdî hêdî naveroka welatperweriya Kurdî vala kir û diruşmên xwe
jî di pêvajoyê de, sîstematîk guhert.
Nuha di hemî diruşm û daxuyaniyên ji devê desthilatdar û berpirsiyarên wan derdikevin
li ser yekeriya bi dagirkeran re ye û avakirina dewleteke kurdî ji bernameya xwe avêtine.
Heta alîgir û dilxwazên avakirina dewleteke serbixwe, ji wan re hember in û bi çavên
neyaran li wan dinerin.
Doh li Bakurê Kurdistanê, îro jî li Rojavayê Kurdistanê, her weha li Rojhilat û Başûrê
Kurdistanê jî, heman leyistikê bi navê kurdî lê bi naverokeke ji Kurdistanîbûnê bidûrketî
bi rêve dibin.
Bi zanebûn, pirsa Kurd û Kurdistanê bênaverok dihêlin. Li Rojavayê Kurdistanê, her wekî
li Rojhilat û li Başûrê Kurdistanê jî kirine, ji hev belavkirin û ji ortê rakirina kesên welat
perwer û berxwedana hêzên welatparêz, felsefeya dema avakirinê bibîr tîne.
Rêjeya ‘Ereban li Rojavayî Kurdistanê ji ya Kurdan bêtir dibe. Dijminaya kurdên
welatperwer ketiye pêşiya hemî kiryaran.
PYD û rêxistinên di çarçoveya wan de, her wekî felsefeya di destpêka peydabûna PKK de,
bi palpiştiya dagirkeran, ji neyaran bêtir, berê xwe danê hêz, rêxistin û kesên
welatperwer da ku wan ji qada xebatê bidûr bixin û bi kêfa dilê xwe, bi neyaran re yar lê
bi kurdan re neyartiyê bikin.
Girtin û ji Rojavayê Kurdistanê bidûrxistina Serokê ENKS hêja Brahîm Biro, ji metirsiya
xurtbûn û bipêşketina neteweperweriya Kurdî û bi pêşketina bîr û baweriya nîştîmanî û
demokrasiya kurdan a navxweyî ye.
Ji xwe, jihevdexistina yekrêziya nav kurdan û dûrbûna ji bîrûramanên neteweyî ne di
berjewendiyên Kurd û Kurdistanê de ye. Lê li gora xêrnexwazên Kurdistanê; “çawa çend
hêzên Kurd bibin yek û Eniyeke welatparêz ava bikin?” Ev yekrêzî û yekîtiya hêzên
Kurdistanî ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dilê hemî kurda ye û tirsê dixe dilê neyar û
xêrnexwazên Kurd û Kurdistanê. Bihevxistina reng û dengên neteweyî leyistik û dolabên
dagirkeran hildiweşîne. Vîlik û planên yên wek Malikî ku bi vekirî fesadiyê di nav kurdan
de gûrr dike, xerab dike. Bihevxistina dengên neteweyî piştgirî û alîkariya serbixwebûna
Kurdistanê dike û tirsa di dilê desthilatdarên li Ankara, Tehran, Bexdê û Şamê de xurttir
dike. Bi berdewamî; desteserkirina endamên polîtburoya PDK-S Mihemmed Smaîl û
Neş’et Zaza, endamên Komîteya Navendî Salih Cemîl, Evdilkerîm Hacî û Nafi’ Evdilla, her
weha desteserkirina cîhgirê Brahîm Bro, endamê Komîteya navendî ya Partiya Yekîtiya
Kurd li Sûriye, Hesen Salih (Hesenê Tenûriyê), li hemberî xeta neteweyî-Kurdistanî,
kiryareke gemarî ye û di xizmeta xêrnexwazên Kurdistanê de ye. Kurdno! Li hemberî van
kiryarên gemarî bêdeng nemînin! Bêdengî bindestî ye û pejirandina nehaqiyê ye.
Mêrdîn/ 16 08 2016




