Moon dilgiraniya Kurdan gihand Civata Asayişê

Bo cara yekê Ban Ki-Moon, sekreterê giştî yê netewên yekgirtî diltengiya Kurd û herêma Kurdistanê gihand bo Civata Asayişa nêvdewletî bilind.
D.Dîndar Zêbarî harîkarê berpirsê fermangeha peywendiyên dever yê herêma Kurdistanê ji KDP.info re diyar kir ku Ban Ki-Moon di gotara xweda li hember Civata Asayişê, behsa diltengiya serok Barzanî hember livandina hêza serbazî ya Îraqê û pêkînana fermandeya Dîcle li deverên veqetiyayî ji aliyê Malikî ve kir.
Zêbarî diyakir ku dîsa Ban Ki-Moon amaje da wê çendê ku neçarekirina kêşa deverên veqetiyayî dê Îraqê ber bi rewşeka aloz bibe, lewma divê partiyên siyasî li Îraqê hizir li şeraketê di rêvebirina hukimkirinê da bikin




