26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Amerîka ji PYDê dilgiran e..PYD siyaseta rêjîmê dûbare dike

Çavkanî: KDP.info

Rojava-KDP.info- ENKSê dibêje, nerazîbûnên li hemberî kiryarên PYDê her berfirehtir dibin û konsulxaneyên welatan jî ji wan tên agahdarkirin û konsulxaneya Amerîka jî ji siyaseta PYDê dilgiran e.

Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Li dijî kiryaryên PYDê xelkê Rojavayê Kurdistanê li her cihî xwepêşandan lidar xistin, ew jî tevî ku rêgirî li wan hat kirin. Xwepêşanderan siyaseta PYDê ya şaş li hemberî alîgir û endam û serkirdeyên ENKSê û îdareya takrewî li Rojavayê Kurdistabê nîşan dan.”

Newaf Reşîd wiha got: “Li bajarê Dêrikê PYDê bi riya asayiş û alîgirên xwe êrişî xwepêşandana ENKSê kirin û di encamê de çend kes birîndar bûn. Em wisa destgirtî namînin li hemberî wan binpêkirinên PYDê û emê li ser kar û çalakiyên xwe berdewam bin bo çêkirina guvaşan li ser PYDê, ku emê kunsulxane û welatên cîhanê ji wan karên wan haydar bikin.”

Wî berpirsê ENKSê ragihand: “Şevê din me serdana balyozxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê kir û ew jî ji binpêkirinên PYDê nerazîbûn û piştgiriya me kirin, herwiha berpirsên konsulxaneyê behsa wê yekê kirin ew kiryarên PYDê xizmeta kurdan nakin. Me wek ENKSê jî got ku emê guvaşên xwe li ser PYDê berdewam bikin ji ber ku dixwazin dîktatoriyeta rêjîma sûriyê dûbare bikin, ku ev yek pir xirab e.”

Newaf Reşîd wiha got: “Emê serdana hemû konsulxaneyan bikin û haya wan têxin binpêkirinên PYDê û emê îro serdana konsulxaneya Tirkiye û Holenda jî bikin. Ji ber ku heta niha 15 serkirdeyên me hatine girtin û hêj çarenivîsa wan nediyar e.”
 

Nûçeyên têkildar