Wezareta Derve ya Amerîka: PYD dê ji Minbicê derkeve
__2016_08_16_h17m7s39__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku
serkirdeyên PYDê di nava Hêzên Sûriyaya Demokrat de soz dane wan ku
ewê ji bajarê Minbicê derkevin.
Ajansa Anadolu ya Tirkiyê belav kiriye ku Berdevka Wezareta Derve ya
Amerîka Elîzabês Tirodo ragihandiye ku serkirdeyên PYDê di nava Hêzên
Sûriyaya Demokrat de soz dane wan ku ewê ji bajarê Minbicê derkevin û wî
bajêrî teslîmî hêzên erebî yên wî bajêrî bikin.
Beriya çend rojan Hêzên Sûriyaya Demokratîk bajarê Minbijê kontrol kirin û
li gorî xelkê Rojavayê Kurdistanê gelek şervanên wan di şerê wî bajêrî de
şehîd ketine.




