26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyaseta PYDê xizmeta Kurdan nake..Sivkatî bi ala Kurdistanê şikandina hûrmeta gel e

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Peyvdarê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê rexne li siyaseta
 
PYDê girt û got ku siyaseta PYDê xizmeta Kurdan nake û sivkatî bi ala
 
Kurdistanê şikandina hûrmeta gelê Kurd e.
 
Dr. Ebdulah Wertî ji malpera KDP.info re ragihand: “Her kesek û aliyek
 
sivkatiyê bi ala Kurdistanê bike, sivkatiyê bi hest û nestê xelkê herçar perçên
 
Kurdistanê dike. Eger ew kurd bin bêrêziyê bi xwe jî dikin.”
 
Wertî wiha got: “PYDê pêwîst e lihevkirineke niştimanî li Rojavayê
 
Kurdistanê bicîh bike û pêkve xebatê bikin bo gehîştin bi mafên rewa yê
 
gelê Kurdistanê, lewma siyaseta derxistin û dûrxistin û girtina serkirdeyan
 
xizmeta Rojavayê Kudistanê nake.”
 
Wî serkirdeyê Tevgera Îslamî wiha domand: “Pêwîst e PYDê pêdeçûnekê bi
 
xwe de bike ku çawa kar ligel hêzên Rojavayê Kurdistanê bike, ji ber ku ew jî
 
xebatê bo rizgarkirina Kurdistanê dikin. Herwiha pêwîst e PYDê jî
 
serxwebûna xwe biparêze û biryara wê di destê wê de be û ne girêdayî ti
 
hêz û aliyekî siyasî be.”

Nûçeyên têkildar