PYDê 12 serkirde û berpirsên ENKSê girtin..Xelk bêdeng namînin

Rojava-KDP.info- Piştî ku asayişa PYDê rêgirî kir li termê şehîdê
Pêşmerge yê ku li Xazirê şehîd ketibû, xelkê nerazîbûna xwe nîşan
da, lewma PYDê jî 12 serkirde û berpirsên ENKSê girtin.
Berpirsê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ji
malpera KDP.info re ragihand: Di dema ku cenazeyê Pêşmergeyê
Rojavayê Kurdistanê bo Rojava dihat kirin, Asayişa PYDê êrişî wan
kir û cenaze ji wan standin, lewma xelkê jî nerazîbûna xwe nîşan
dan. Ji ber wê nerazîbûnê jî Asayişê 12 serkirde û berpirsên ENKSê
girtin.




