Şingal.. Pêşmerge bi serkeftî bersiva êrişa DAIŞê da

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê êrîşekî berfireh a çekdarên
rêxistina terorîst a DAIŞê li Şingalê têkbir.
Cîgirê Fermandarê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge Emîd Simê Boselî ji malpera
KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê îro serê sibê 16.08.2016ê ji çend
baskan ve êrîşekî mezin li ser eniya rojhilatê Şingalê dan destpêkirin.”
Emîd Simê Boselî wiha got: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi awayekî
bihêz bersiva DAIŞê dan û karîn êrîşê têkbibin û bi dehan çekdarên DAIŞê di
wî şerî de bikujin û yên mayî jî naçarî paşde vekişînê kirin û revîn.”
Li gorî Emîd Simê Boselî, “Ev êrîşa DAIŞê wek bandora şikestên wan ên di
şerên dû rojên dawiyê de li hember hêzên Pêşmerge yên li rojhilatê Mûsilê
hate pênase kirin.”
Roja yekşemê 14.08.2016ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya
serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de operasyonekî berfireh dabûn
destpê kirin û 11 gundên li sînorê eniya Xazir û Guwêr hatin rizgarkirin.




