26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im em zû bi serxwebûna Kurdistanê şa bibin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Şiwêrmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê
 
Mesrûr Barzanî bi minasebeta serkeftinên du rojên derbasbûyî yên hêzên
 
pêşmerge peyamek weşand.
 
Mesrûr Barzanî Şiwêrmendê Encumena Ewlekariya Herêma Kurdistanê bi
 
minasebeta serkeftinên du rojên derbasbûyî yên hêzên pêşmerge yên li
 
hember terorîstên DAIŞê peyamek belav kir ku ew jî tekesta vê ye;
 
Bi navê xwedê mezin û dilovan
 
Bi minasebeta serkeftinên ew du rojên berê yên hêzên pêşmerge li her du
 
mihwerên Xazir û Giwêrê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serok
 
Barzanî, tevahiya hêzên pêşmerge, asayî, hêzên antî terorê û hêzên
 
xwebexiş dikim û herwiha destxweşiya Peyamnêrên jêhatî yên dezgehên
 
ragehandinê dikim ku şan bi şanê hêzên pêşmerge di pêşrewî de bûne û
 
wêneyên qehremaniya hêzên pêşmerge bo gelê me û tevahiya cîhanê
 
veguhatine û hevdem xwîna wan jî têkilî xwîna hêzên pêşmerge bûye û ew
 
jî canê xwe feda kirine.
 
Herwiha di wirde pêwîste spasiya hêzên hevpeymanan jî bikim ku bi
 
piştgîriya asmanî weke hertim roleke çalak di serkeftina vê carê ya hêzên
 
pêşmerge de lîstine, vê carê jî hijmarek ji zarokên nîştimanperwer yên
 
welatê me canê xwe feda kirin bi vê minasebeta han jî pirse û sersaxiyên
 
xwe pêşkêşî kesûkarên serbilind yên şehîdan û Serok dikim û cêyê şehîdan
 
cenet be û hêvî dixwazim ku qehremanên birîndar jî baş bibin û hêvî dikim
 
ku gelê me ew fedakarî û can feda kirina hêzên pêşmergeyên qehreman di
 
rojên dijwar de jibîr neke û bi bidest xistina serxwebûna Kurdistanê padaşta
 
wan bide ( wan xelat bike).
 
Mesrûr Barzanî
 
15.8.2016

Nûçeyên têkildar