26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî di salvegera PDKê de: Ti rêyek din nemaye..Tekez li ser serxwebûnê doke

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di peyamekê de ragihand, ti rêyek din li
 
hember Kurdistanê nemaye ku bikaribe xwe biparêze û ji karesat û
 
kêşeyan rizgar bibe, tenê rêya serxwebûnê nebe
 
 
Serok Barzanî ragihand, PDK girêdayî daxwaz û vîna gel e û bo
 
bidestxistina hêviya gelê Kurdistanê û serxwebûnê amade ye. Barzanî
 
tekez kir, ku tekane rêya ku Kurdistan bikaribe xwe biparêz e,
 
serxwebûn e!.
 
 
Îro duşemî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku hevdem
 
Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye jî, bi boneya 70yemîn
 
salvegera damezrandina PDKê peyamek belav kir.
 
 
Di vê peyamê de Mesûd Barzanî pîrozbayî li xelkê Kurdistanê, malbatên
 
şehîdan, pêşmerge, kadro, endam û alîgirên PDKê kir.
 
 
Serok Barzanî ragihand: “Dîroka 70 salî ya xebata PDKê beşeke giring û
 
yekalîkir a dîroka xebat û berxwedana gelê Kurdistanê ye û tijî bilindî û
 
nizimiyan e, PDK beşdarekî sereke di serkevtin û destkevtan de bûye û
 
di qonaxên zehmet û dijwar de jî xwe bi berpirs zaniye.”
 
 
 
di vê peyamê de herwiha tê gotin, ku PDK di hemû qonaxan de, bo
 
bergirîkirin ji maf û daxwaziyan, misogerkirina destkevtan û kûrkirina
 
piralîtî, biratî û pêkvejiyanê de amûrek bûye di destê gelê Kurdistanê û
 
herdem rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyana siyasî ya Kurdistanê
 
de parastiye.
 
 
 
Serok Barzanî herwiha destnîşan kir: “Bi berçavgirtina berjewendiyên
 
bilind ên Kurdistanê û hesasiyeta rewşê û ew derfet û zehmetiyên ku li
 
berdem gelê Kurdistanê hene, PDK herdem amade ye bo gotûbêjê û
 
çareserkirina arîşeyan. Di vê yekê de jî PDK hez û daxwaza xelkê wek
 
çavkanî (lêvegr) dibîne û girêdayî hêviya gelê Kurdistanê û serwerî û
 
serxwebûnê ye.”
 
 
 
Di beşeke din a peyamê de, Serokê PDKê daxwaz ji endam û alîgirên
 
PDKê dike ku di hemû rewşan de kar bi wan nirx û prensîpan bikin, ku
 
PDK li ser wan hatiye damezrandin û Barzaniyê nemir rêbertiya wê
 
kiriye.
 
 
 
Herwiha di peyamê de tê gotin, ku rêbaza Barzaniyê nemir rêbaza
 
pêkevjiyanê, bawerbixwebûna mrovê Kurdistanî û rûbirûbûna zordariyê
 
ye û tekezî li ser wê yekê tê kirin, ku çavkaniya bihêzbûna PDKê rêbaz,
 
nirx û armancên wê ne.
 
 
 
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Bîranîna 70
 
salî ya damezrandina PDKê bi defet dizanim, ku (tê de) xelkê Kurdistanê
 
ji wê yekê dilhêsayî bikim, ku bi hemû şiyanekê em tekezî li ser
 
cîbicîkirina mafê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê û serxwebûna
 
wê dikin. Ji bo ku Kurdistan bikaribe xwe biparêze û ji serêşiyan rizgar
 
bibe û pêngav bavêje nav vejandinê û pêşkevtinê, ji bilî serxwebûnê ti
 
rêyek din li pêşiyê nîne, û di wê yekê de pêşmerge ji her kes û aliyekê
 
zêdetir maf heye ku biryarê li ser çarenivîsa gelê Kurdistanê bide, çimku
 
bi xwîn û cane xwe Kurdistanê diparêze.”
 
 
 
Serok Barzanî ragihand, ku serxwebûna Kurdistanê ti xeteriyan bo ti
 
aliyan çênake û berovajiyê wê dawî bi şer û karestan tîne. Barzanî wiha
 
berdewam kir: “Peyama serxwebûna gelê Kurdistanê peyama aştî û
 
dawîanîn bi şer û karesatan e. Serxwebûna Kurdistanê ti demê nayê wê
 
wateyê ku gef be li ser ti aliyekê, belku berovajiyê wê dibe faktora
 
tenahî, îstîqrar, pêkvejiyan û biratiya gelan li deverê.”
 
 
 
Dderbarê rewşa Herêma Kurdistanê û çareserkirina kirîza siyasî ya li
 
Kurdistanê de jî, Barzanî got: “Derbarê wê destpêşxeriya ku bo
 
dawîanîna bi kirîza siyasî li qadê ye, hêvî dikim ku hemû alî û PDK jî
 
hesasiyeta qonaxê li serveyî hemû berjewendiyan bibînin û kar bo
 
serxistina wê destpêşxeriyê bikin û dawî bi wê kirîzê were anîn û hemû
 
alî di ast berpirsatiya dîrokî û daxwazên gel de bin.”
 
 
 
Di dawiya peyama xwe de jî Serokê PDKê spasiya xelkê Kurdistanê û
 
cemawerê PDKê dike, ku bi xweragirî hemû arîşe tehemûl kirine û di
 
şerê terorîstan de bi can û bi malên xwe piştevaniya Hêzên Pêşmerge
 
bûne û rolek bi bandor di bergirî û parastina destkevtan de hebûne.
 
 
 
Serok Barzanî herwiha daxwaz ji hemû endam û alîgirên PDKê kir: “Ji bo
 
serxistina Kurdistanê rûbirûna gendeliyê bi erkê xwe bizanin û pişt bi
 
Xwedayê mezin ew reforma ku di nav PDKê demekê dest pê kiriye, dê
 
encamên dilxweşker hebin û dê bikeve xizmeta berjewendiyên gelê
 
Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar