Serok Barzanî pêşwazî li Serokê ENKSê kir

Hewlêr-KDP.info- Li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî
pêşwaziya Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye Îbrahîm Biro kir.
Di hevdîtinê de Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye behsa rewşa siyasiya
Sûriye kir û herwiha ronahî xiste li ser rûdana dest bi serkirina xwe ya ji aliyê
hêzên PYD li Rojavayê Kurdistanê û behsa nerazîbûn û xwepêşandana xelkê
Rojava ya li dijî destgîrkirina wî ji aliyê desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê kir.
Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî nerazîbûna xwe beranber wî karê hêzên PYD
li dijî Serokê Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriye encam daye nîşanda û bi karekî
dijî demokrasî fireh alî û xeniqandina azadiyê wesif kir û şermezar kir.
Di beşekî din ê civînê de tekez li wê yekê kir ku, rêgirtina li azadiya siyasî û
destgîrkirina kesayetiyên siyasî ji aliyê PYD ve dahênana nerîtekî ne şîrîn û ne
şaristaniye û dijî bingehên Kurdayetî û niştîmanperweriye û pêwîste rê lê bê girtin
û bi dawî bibe.




