26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr: Bi amadebûna Serok Barzanî rêwresma roja yekgirtina Mîrgehên Îmarat birêveçû

Çavkanî: KDP.info

Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û hejmareke Wezîrên Hikûmetê û berpirsiyarên îdarî û siyasî û Ebdulla Tuneycî Konsolê Giştî yê Mîrgehên Erebî yê Yekgirtî li bajarê Hewlêrê, roja nîştimanî û yekgirtina mîrgehên wî welatî û derbasbûna 41 salan li ser damezrandina dewleta Îmarata Yekgirtî bilind hate ragirtin.

Li gotarek de Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtî got li qonaxa dirust kirinê me hemûyan bi pêkve hewl da heta binyata dewleta xwe bavêjîn. Paşê qonaxekî nû destpêkir ew jî pêşketin bû li warê cûda cûdayên jiyanê û bi taybetî jî veberhênanê de.

Li beşekî dinê gotara xwe de Ebdulla Tuneycî Konsolê Giştî yê Îmarata Yekgirtî got: Pêwendiya me ya li gel Herêma Kurdistanê başe û pêşketineke ber bi çav bi xwe ve dîtiye û her eve jî wiha kiriye ku rêjeyekî ber bi çav ji kompanyayên Îmarat werin Herêma Kurdistanê û bikarin hela karkirinê peydabikin û destê wan li avadankirina Herêma Kurdistanê de hebê

Nûçeyên têkildar