26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî daxwaza lêkolînê li kuştina ciwanê Dikokê dike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Peyvdarê fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di
 
daxuyaniyekê de ragihand ku, bo dîtina bikuj û tawanbarên kuştina ciwanê
 
Dihokê, Serok Barzanî dezgehên pêwendîdar erikdar kir ku bilez lêkolîneke
 
hûr di wê pirsê de bikin û tawanbaran bigirin û wan ceza bikin.
 
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
 
 
Di derbarê doza(keysa) kuştina rojnamevan Wedat Husên, Nivîsîngeha birêz
 
Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyê bi Husên Elî Koçer bavê Wedat
 
Husên kir û serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî bi malbata wan hate
 
ragihandin û dilniyayî kir ku ne mumkîne tawanekî wiha wenda bibê û mafê
 
wan ji dest biçê û pêwîste bi zûtirîn demî tawanbar bêne peydakirin û sizayê
 
yasayî ya xwe werbigrin.
 
 
Bi navê peydakirina kujer û tawanbaran da Serok Barzanî saziyên
 
peywendîdaran raspardiye ku bi lez lêkolîneke hur li vê dozê de bikin û
 
tawanbaran destgîr bikin û wan sizaya yasayî bidin.
 
Dr. Umêd Sebah
 
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
 
15.08.2016

Nûçeyên têkildar