Azîzî: PYD şaşîtiyke mezin kir..Me destê xwe bo yekrêziyê dirêj kir

Rojava-KDP.info- Endamekî Komîteya Navendî ya PDK-Sê ragihand ku PYDê
bi girtina Serokê ENKSê dizane ku şaşîtiyeke mezin kir, ji ber girtina wî tê
wateya ragihandina şerê kurd û kurdan ji aliyê PYDê ve.
Dr. Kawa Azîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “Girtina kesekî wek Îbrahîm
Biro ragihandina şerê kurd û kurdan e ji aliyê PYDê ve, ji ber ku Biro ne
kesekî normal e û helgirê pirojeyekî neteweyî û Barzanî ye, herwiha serokê
ENKSê ye û nûnerê kurdan e bi Cenêfê.”
Azîzî wiha got: “Bi rastî PYDê jî dizane ku wan karekî şaş kir, ji ber ku hemû
kurd li dijî wî karê wan e û wek xaleke sor dibînin. Em hêvîdar in ev rewş
aram bibe û nakokî kûrtir nebin û em destê xwe bo yekrêzî û birayetiyê dirêj
dikin, ji ber ku îro dijminên kurdan li dijî me kar dikin.”




