26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pilana Serok Barzanî nehişt DAIŞ gelek mayînan deyne

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Fermandarê tîmên pûçkirina mayînan dibêje, pilana Serok Barzanî rê neda DAIŞê ku vê care jî gundan tije mayîn bikin, ku pilana wî derfet neda wan terorîstan.

Lîwa Mehmûd Kakeyî Fermandarê tîmên pûçkirina mayînan ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî Hêzên Pêşmerge karîn li eniya Xazirê hejmarek gund rizgar bikin û îro operasyona xwe berdewam kirin, derket ku terorîstên DAIŞê vê carê nikarîne wek hercar rê û gundan tije mayînan bikin da ku bi Hêzên Pêşmerge de biteqin.”

Kakeyî wiha got: “Sedema wê yekê jî vedigere bo 2 tiştan, yekem ji ber ku xelkê wan gundan ereb in û nedixwestin malên ereban xerbibin, duyem jî pilana Serok Barzanî rê neda DAIŞê ku vê care jî gundan tije mayîn bikin, ku pilana wî derfet neda wan terorîstan.”

Fermandarê tîmên pûçkirina mayînan ragihand: “Ji duhî ve me 50 mayîn pûç kirine û niha jî em li ser karê xwe berdewam in.”

Nûçeyên têkildar