26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Elî Hisên: Pilana Pêşmerge bi serkeftî bidawî hat..Emê çekên giran bicîh bikin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, pilana Hêzên Pêşmerge bi serkeftî bidawî hat û Hêzên Pêşmerge pêveçûneke baş kirin.

Elî Hisên ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Duşemê pilana operasyona Hêzên Pêşmerge bidawî hat û nexşeya stratejîk ya wê êrişê bi temamî hat bicîkirin, ku di encamê de kaşên Giwêrê ketin bin destê Hêzên Pêşmerge de û tişta ku bername jê re hatibû danîn, hemû bidawî bû.”

Hisên wiha got: “Li gorî pilanê, me 22 km bi dirêjahî kontrol kir, lewma niha navçeyên kakeyî û navçeyên kurdistanî di bin destê Hêzên Pêşmerge de ne û bo hevahengî û operasyonên van herdu rojan pir girîng û serkeftî bûn.”

Wî fermandarê Pêşmerge yê eniya Mexmûrê wiha domand: “Piştî derxistina DAIŞê ji van navçeyan, niha emê çekên giran li wan bicîh bikin û dê hêla belafiran jî bê diyarkirin, da ku balafirên hevpeymanan alîkariya Pêşmerge bikin.”

Nûçeyên têkildar