Hikûmeta Kurdistanê serkeftinên Pêşmerge pîroz kirin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya
serkeftinên Pêşmerge yên îro li bereyên Xazir û Guwêr daxuyaniyek
belavkir.
Êvara îro 14 Tebaxê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî
peyamek belavkir, kopiyek jibo BasNews hate şandin, di beşekî peyamê de
hatiye:
“Em serbilind in bi serkeftinên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên şer ên
Xazir û Guwêr, herdemê Pêşmerge banortirîn hêzbû di şerê li dijî terorîstan,
pîrozbahiyek gerim arasteyî Pêşmerge dikin û hêviya çareseriyek bilez jibo
birîndaran dixwazin.”
Di beşekî din de hatiye: “Di heman demê de em hevxemiya xwe arasteyî
şehîdê qehreman wênegirê Kurdistan TV Mistefa Seîd dikin û hêviya
çareseriya Peyamnêrê Kurdistan TV Hêmen Nanekelî dixwazin û ber bi
serkeftinên berdewam.”




