Êdî topên terorîstan nagihên Giwêr û Mexmûrê

Mexmûr-KDP.info- Qayîmeqamê Mexmûrê dibêje Pêşmerge di êrişa xwe ya
Îro de pêşdeçûneke baş kirin û gelek gund ji destê terorîstên DAIŞê
derxistin, lewma êdî ew terorîst dûr ketine û topên wan nagihên Giwêr û
Mexmûrê.
Rizgar Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên Pêşmerge
gelek gund rizgar kirin û niha metirsiya wan terorîstan li ser Giwêr û
Mexmûrê nemaye.”
Li gorî Qayîmqamê Mexmûrê, bi vê operasyona Hêzên Pêşmerge hêza
DAIŞê pir kêm bûye û êdî hêla wan a bergiriyê nemaye û nema karin li ber
xwe bidin.




