Serok Barzanî li eniya şer spasiya qehremaniya Pêşmerge kir

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî serdana sengerên pêşî yên Hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê li mîhwera Xazir kir û li wir spasiya xweragirî û
qehremaniya Hêzên Pêşmerge.
Roja yekşem 14.08.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi
mebesta ji nêzîk ve agahdarbûna ji rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî
terorîstan li mîhwera Xazir û her wiha serpereştîkirina operasyon û
serkeftinên Pêşmerge ya li wê mîhwerê da serdana sengerên Pêşmerge kir.
Li vê serdanê da Serok Barzanî senger û binke û baregehên Pêşmerge ya li
hêla pêşve ya bereyên şer kir û halê rewş û jiyana Pêşmergeyan li mîhwera
Xazir pirsî û ji bo nirxandina pêşketinên dawî û serkeftinên Pêşmergeyan li
gel Pêşmerge û Fermandeyên her dû mîhwera Xazir û Guwêr, Mexmûr
civiya.
Li vê kombûnê da Fermandeyan naveroka pêşveçûna Hêzên Pêşmerge û
ziyanên dijminan ji bo Serok Barzanî behs kir û ragihandin ku ure û moralê
Pêşmerge gelek bilind e û dijmin tûşî şikestekî mezin hatiye û Hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê li operasyonê da hemû armancên xwe yên
diyarkirî li mîhwera Xazir bi dest aniye.
Di beşekî dinê serdana xwe de Serok Barzanî destxweşiyê li Fermande û
hêzên beşdarbuyên operasyonê kir û spasî qehremanî û xweragiriya Hêzên
Pêşmergeyên Kurdistanê kir û serxweşiyê jî li kesukar û malbatên şehîdan
kir û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran xwest. He wiha şîret û rênimayiyên
pêwîst jî ji bo Fermandeyên mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr xisterû.
Hêjayî gotinê ye berî sibehiya roja yekşemê 14.08.2016 Pêşmergeyên her
dû mîhwera Xazir û Guwêr Mexmûr bi mebesta azadkirina gundên di
navbera Werdek Guwêr li operasyonek da bi palpiştiya Hêzên Asmanî ya
Hevpeymanan êrîş kirin ser terorîstên DAIŞê û yanzdeh gund li wê navçeyê
hate azad kirin û operasyon bi serkeftina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê
hemû armancên xwe bi dest anî.




