Usman: girtin û derxistina Brahîm Biro ji Rojava, tawan e

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd ê dêrîn Dr. Mehmûd Usman rexneyê
li siyaseta PYDê digire û dibêje, ma çawa dibe ku nehêlin kesek li ser axa
xwe karê siyasî bike.
Asayişa PYDê duhî Serokê ENKSê Îbrahîm Biro revand û piştre ji Rojavayê
Kurdistanê derxist.
Dr. Mehmûd Usman derbarê wê kiryara PYDê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Tişta ku PYDê kir, tawan e. Rast e li Rojava bi azayetî şer dikin, yê
pêwsît e di siyasetê de jî ligel birayên xwe yek bin û bi tena xwe hûkmê
Rojava nekin, ji ber ku ew yek nayê qebûlkirin û nabe em çavê xwe ji ser
wan bigirin.”
Usman wiha got: “PYDê îro Biro ji Rojava derxîne, sibe dê kesekî din
derkeve. Nabe hûn Rojava li ser navê xwe binivîsînin û nabe rê li çalakiyan û
karê siyasî bigirin. Fetisandina azadiya raderberînê pir xirab e.”




