PDK: Divê kujerên rojnamevanê Dihokê werin cizakirin

Hewlê-KDP.info- Berdevkê Firekesyona Partiya Demokrata Kurdistanê
(PDK) di parlemana Kurdistanê de, li ser kuştina rojnamevanê Duhokî amaje
bi wê yekê kir ku, em piştevaniya xwe ya temam jibo destgîrkirina bikujên
wî û sizadana wan.
Berdevkê Firekesyona PDKê di parlemana Kurdistanê de Dr. Mihemed Elî
Yasîn di daxuyaniyekê ku kopiyek jibo BasNews re hatiye şandin de
ragehand:
“Derbarê kuştina rojnamevan Wîdat Hisên ku welatiyê Duhokê ye, em
hevxemiya xwe arasteyî malabata wî dikin û radighînin ku ev haletekî ne
durust û tendurûste û bi haletekî metirsîdare, em piştevaniya riyên yasayî
jibo destgîrkirina kujerê wî û sizedana wan dikin.”
Herwiha ronî kiriye: “Di dema borî de, ligel dezgehên pêwendîdar di
pêwendiyek berdewam dene, heta niha lêkolîn li ser vê keysê jî
berdewame, piştî bidawîbûna lêkolînan em dê jibo raya giştî derencamê
lêkolînan rabighînin.”




