26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge 28 km pêşde çûn..Bi tehan termên DAIŞê li erdê ne

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Îro Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî
 
derbeyeke mezin li DAIŞê dan û jibilî ku 28 km azad kirin, gelek terorîstên
 
wan kuştin û termên wan li cihê şer mane.
 
Îro sere sibehê, bi serperiştiya rasterast a Serok Barzanî Hêzên Pêşmerge li
 
derdu eniyên Giwêr û Xazir dest bi êrişê li dijî DAIŞê kirin û karîn 9 gundan
 
azad bikin.
 
Di wê operasyonê de, moralê çekdarên DAIŞê rûxa bû û Pêşmerge bi tundî li
 
wan dan û gelek termên wan di bin xaniyan de mane.
 
Li gorî fermandarên Pêşmerge, Hêzên Pêşmerge destê xwe danîne ser gelek
 
çekên giran ên DAIŞê û 10 otomobîlên wan jî teqandine û herwiha ji aliyê
 
stratejîka leşkerî ve wê êrişê armanca xwe bicîh anî û dîsa moralê DAIŞê têk
 
bir.

Nûçeyên têkildar