Biro ji Rojava hat derxistin..Nêzîk emê vegerin û xebata xwe berdewam bikin

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje, PYDê
gefa kuştin û perçeperçekirinê li min kir ger careke din vegerim Rojavayê
Kurdistanê, lê ev yek bandore li min nake û nêzîk ezê vegerim Rojavayê
Kurdistanê.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Duhî êvarê li Qamişlo
otomobîla min hat sekinandin û asayişa PYDê ez girtim û min birin
navendeke leşkerî. Min ti berpirsên wam nedîtin û sedema girtina min jî
negotin û ti lêkolîn jî bi me re nekirin. Min ji Rojava avêtin Başûrê
Kurdistanê.”
Biro wiha wiha got: “Dema min anîn ser sînor gef li min xwarin ku eger
careke din biçim Rojavayê Kurdistanê, dê min bikujin û dê min perçe perçe
bikin, wê demê min jî ji wan re got ku di demeke nêzîk de emê vegerin her
çi jê ji me bikin.”
Serokê ENKSê wiha domand: “Sedema girtin û vegerandina min bo Herêma
Kurdistanê vedigere bow ê yekê ku ENKSê karê xwe dike û pir çalak e û ew jî
hatine şikestin, lewma dixwazim pirsgirêkan ji me re çêbikin, bi riya êrişa ser
ofîsên me û îhanekirina ala Kurdistanê, da ku şikestinên xwe veşêrin, lê
nikarin û emê li ser xebata xwe berdewam bin.”




