26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Me 120 DAIŞî kuştin..Emê hemû axa Kurdistanê rizgar bikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Fermandarê Hêza Taybet a Gûlanê Mensûr Barzanî
 
eşkere kir ku di operasyona Guwêr û Xazirê de 120 çekdar hatine kuştin û
 
heta DAIŞ li herêmê nemîne dê operasyonê berdewam bikin.
 
 
Hêzên Pêşmerge îro demjimêr 5.30ê destê sibê li eniya Xazir û Guwêrê bi
 
serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Kurdistanê Mesûd Barzanî
 
operasyonek da destpêkirin.
 
 
Heta niha gundên Şenef, Taxê, Qerqeşe Til-Hemîd û Ebzexê ji aliyê
 
pêşmergeyan ve hatiye kontrolkirin.
 
 
Fermandarê Hêza Taybet a Gûlanê Mensûr Barzanî ji Rûdawê re got ku
 
Hêza Taybet a Gûlan û Hêzên Dijî Terorê yê Hewlêrê jî beşdarê operasyonê
 
dibin.
 
 
Mesrûr Barzanî: Ji otomobîlên xwekuj agahdar bin
 
 
Mensûr Barzanî diyar kir ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên
 
Kurdistanê Mesûd Barzanî gav bi gav fermandarên operasyonê re diaxive û
 
hişyariyên pêwîst dide wan û got: “Mesûd Barzanî ji fermandarên pêşmerge
 
re got, terorîstên DAIŞê ne ew in ku bikarin li hember we bieskinin. Lê dîsa
 
hûn ji otomobîlên bombekirî agahdar bin.”
 
 
Derbarê giringiya operasyonê de jî Mensûr Barzanî wiha axivî: “Ji ber
 
topbarana DAIŞê gelek xelkê van navçeyan nedikarî vegere navçeyên xwe.
 
Bi konrtolkirina herêmê dê gefa DAIŞê ji Guwêr, Xazir û Hewlêrê bê
 
dûrxistin û xelk bikare vegere malên xwe. Bi vî awayê barê li ser Herêma
 
Kurdistanê jî kêmtir dibe.

Nûçeyên têkildar