Bi serperiştiya Serok Barzanî 9 gund li Xazir hatin azadkirin..Şer berdewam e

Xazir-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê ragihand ku
di encama operasyona îro de li dijî DAIŞê li Xazirê, 9 gund ji DAIŞê hatin
standin û hejmarek mezin ji terorîstên wan jî hatin kuştin.
Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêşdeçûna Hêzên Pêşmerge
bo girtina gundan berdewam e û heta niha 9 gund hatine azadkirin û heta
niha hejmareke zêde ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin.”
Hejar wiha got: “Moralê DAIŞê rûxaye û nema karin bergiriyê bikin û tenê
çend gund mane di pilana îro de ku ew jî bên azadkirin.”
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Betalyona 2 ya Zêrevanî Ceifer Kerîm ji malpera
KDP.info re ragihand: “Îro sere sibehê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya
rasterast a Serok Barzanî dest bi êrişeke berfireh kirin û di serî de gundên
Qerqeşe, Ebzex û Tax hatin rizgarkirin.”




