26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya cîgirê serok wezîrê Herêma Wielkopolska ya Polonya kir

Çavkanî: KDP.info

Îro yekşem 02/12/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Lêzk Utasiyak Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Wielkopolska ya Polonya û birêz Lîx Stêfa Niyak Balyozê welatê Polonya kir.

Li hevdîtinê de, behsa pêwendiya navbera Herêma Kurdistan û Herêma Wielkopolska ya Polonya û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan kirin.

Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Wielkopolska ya Polonya armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê xisterû û ragihand ku Herêma Wielkopolska ya Polonya dixwaze pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bikeve û li wan warên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Serok Barzanî ronahîkir ku dergeha Herêma Kurdistanê ji bo hemû welat û Herêmek ku bixwaze hevkariya me li binyatnan û avadankirinê da bike vekiriye

Nûçeyên têkildar