26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Rêxistinan: Em piştevaniyê li hewlên Barzanî dikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Rêxistinên civakî yên sivîl li bajarê Hewlêrê beyanameyekî
 
hevbeş derxistin û di wê beyanameyê de helwêsta xwe ya derbarê referandoma
 
serxwebûnê de aşkera kirin.
 
Roja şemî 13.08.2016ê encûmena bilind a rêxistinên civaka sivîl li bajarê Hewlêrê
 
beyanameyek belav kirin û di wê beyanamê de helwêsta zêdetir ji 300 rêxistinên
 
sivîl ên civakî helwêsta xwe ya derbarê referandomê de aşkera kirin.
 
Di beyanameyê de, ku wêneyekî ji BasNewsê re hatiye rêkirin de, encûmena bilind
 
a rêxistinên civakî yên sivîl li Hewlêrê radigehîne; ‘’Mafê çarenivîsa xwe mafê rewa
 
yê hemû netewekî ye û tenê dewletên dagirker û dîktator wî mafî zewt dikin û wê
 
demê jî xebat ji bo mafê azadî û serxwebûnê dibe erkekî pîroz ji bo bidestxistina
 
wan mafan.’’
 
Di beşekî din ê beyanameyê de behsa rewşa naha ya Kurdistanê û aliyên derûnî
 
yên hemwelatiyên Kurdistanê hatiye kirin, ku takekesê Kurdistanê pir nîgerane ji
 
rewşa naha û navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê rewşekî nebaş heye û xelk ji vê
 
pir nîgeran û bê meneviyate.
 
Encûmena bilind a rêxistinên civakî yên sivîl daxwaz ji aliyên siyasî dikin; ‘’Ji bo
 
berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê dest li berjewendiyên partiyê yên biçûk
 
berdin û heman demê de daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê
 
kirin ku, di demekî kurt de komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê bê erkdar kirin
 
ku amadekariyên piroseya referandomê li Kurdistanê destpê bikin û herwaha wek
 
rêxistinên civakî yên sivîl jî piştîwaniya xwe ji piroseyê re radigehînin.’’

Nûçeyên têkildar