Dirbo: Çekdarên PKKê pereyan ji Bexdayê werdigirin

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Şinaglê dibêje,
Hikûmeta Iraqê pereyên zêdetirî 1000 çekdarên PKKê peyda kiriye û ew
çekdar dewan li kurdên êzdî dikin û ev yek bûye sedem ku xelk li dijî
wan rawestin.
Qasim Dirbo ku kesayetiyeke diyar a kurdên êzdî ye, ji malpera KDP.info
re ragihand: “Hikûmeta Iraqê pereyên zêdetirî 1000 çekdarên PKKê
peyda kiriye. Bexda ji ber Hêzên Pêşmerge wî karî dike û pereyan dide
çekdarên PKKê, da ku li dijî Hêzên Pêşmerge bisekinin, lê ev yek nayê
qebûlkirin.”
Dirbo wiha got: “5 komelgayên derdora Şingalê di destê DAIŞê de mane
û her demekê ku ji destê wan bên azadkirin, dê hincetek ji Bexdayê re
nemîne û PKK neçar dibe ku ji Şingal û derdora wê derkeve.”
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge: “Cihê PKKê li Bakurê Kurdistanê ye û
pêwîst e biçin wir azad bikin, ne bi awayekî neyasayî bên navçeyê û rê li
xelkê û Hêzên Pêşmerge bigirin.”
Qasim Dirbo hişyarî da PKKê û ragihand ku xelkê Şingalê dixwazin PKK
bilez ji bajararê wan derkeve, ji ber ku berdewam pirsgirêkan ji xelkê re
derdixin û rêgiriyê li xelkê dikin û derewan li wan dikin, lewma jî roj bi
roj xelk li dijî wan disekinin.




