Sîdekan.. 150 mal koçber bûne û 11 hezar donim şewitîne

Sîdekan-KDP.info- Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê ragihand niha
topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê rawestiye
ye, ji ber topbaranên rojên borî 150 malbat koçber bûne û ziyaneke
mezin gihîştiye daristan û rez û baxên welatiyan û nêzîkî 11 hezar
donim erd şewitîne.
Karwan Kerîmxan Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Bi dûriya 15 kîlometiran ji navenda nahiyeya Sîdekanê, top
hatin barandin û ziyaneke mezin gihîştiye wê deverê û cihê dilxweşiyê
ye ku tenê çend kes birîndar bûne û birînên wan sivik in.”
Kerîmxan wiha got: “Niha topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên
Başûrê Kurdistanê rawestiye ye, ji ber topbaranên rojên borî 150
malbat koçber bûne û ziyaneke mezin gihîştiye daristan û rez û baxên
welatiyan û nêzîkî 11 hezar donim erd şewitîne.”




