26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Fale Feyaz kir.

Roja sêşem 13.08.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê û şandekî li gel kir 

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li parêzgehên Iraqê xistin ber behs û guftûgoyan û Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê bi kurtî li ser destkeft û serkeftinên serbaziyên hêzên Iraqiyan li Fellûce û parêzgeha Enbar û Nînowa û cihên din ji bo Serok Barzanî xisterû 

Her wiha behsa proseya siyasî ya Iraqê û rêya li pêş aliyên siyasî ya ji bo çareserkirina giriftên li nav proseya siyasiya Iraqê nirxandin.

Her li vê kombûnê da tekez li ser hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û Hevpeymanan ya li operasyona azadkirina Musil û rêkkeftina li ser qonaxa piştî Da'îş kirin. 

Rewşa siyasî ya navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê vê civînê bûn.

Nûçeyên têkildar