26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî bo şanda Amerîka û Iraqê: Pêwîst e rêkeftineke hûr û zelel hebe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel şandekî hevbeş ya Iraq û Amerîka civiya û di wê hevdîtinê de Barzanî ji wê şandê re got ku divê rêkeftineke hûr û zelel li ser qonaxa piştî DAIŞê hebe.

Roja şemî 13.08.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî hevbeş ya Iraq û Amerîka civiya ku ji Fale Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê û Brett Mcgurg Nûnerê Serok Obama li Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Kên Giros Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveya Amerîka pêkhatibûn.

Li civînê de Nûnerê Serok Obama li hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê spasî Serok Barzanî kir ji bo rexsandina hevdîtinê û xweşhaliya xwe jî bi hemahengî û karê hevbeş ya di navbera Hewlêr û Bexda li şerê DAIŞê de nîşanda û amadekariyên ji bo azadkirina Musil û siyaseta giştî ya welatê xwe jî ya di derbarê operasyona azadkirina Musilê xisterû û tekez li wê yekê kir ku pêwîste ji bilî aliyên serbazî operasyona azadkirina Musilê terkîzê bixin ser aliyên mirovî û siyasî ya operasyonê.

Her wiha ji bilî balkişandina li ser dû salê dijwarê şerê dijî DAIŞê wê yekê ragihand ku li sayeya qurbanîdan û qehremaniya hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê niha DAIŞê li paşvekêşî û şikestê daye. Her wiha nêrîna Serok Obama ya di derbarê pêwîstiya komkirina şiyanên Amerîka ya ji bo ji navbirina terorîstên DAIŞê eşkere kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi navê Herêma Kurdistan û Iraqê spasî Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka û hevpeymanan kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê piştevanê Pêşmerge û hêzên Iraqiyan bûne û serkeftin û destkeftên serbazî bi yarmetiya artêşa Amerîka û hevpeymanan hatiye mîsoger kirin. 

Di derbarê operasyona azadkirina Musilê Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku divê rêkkeftinekî hur û rûn li ser qonaxa piştî DAIŞê hebê bo ku bikarê parêzgeha Nînowa bi beşdariya hemû aliyek jiyanekî nû ava bike û êdî karesat di derbarê pêkhatan û bi taybetî êzîdî û Mesîhiyan rû nede û balkişand li ser wê yekê jî ew karesat û zulma ji aliyê DAIŞê ve beranber Êzîdî û Mesîhiyan hatiye kirin tu demekî nayê îhmal kirin.

 

Her li vê civînê de naverok û hengavên kirdariyên ji bo azadkirina Musil û rêkkeftina li ser qonaxa piştî DAIŞê û rehendên cûda cûdayên qonaxa piştî DAIŞê û hestiyariya rewşa Nînowa û hêzên beşdarbuyên operasyonê xistin ber behs û guftûgoyan û her sê aliyan dîtin û nêrînên xwe yên di derbarê gefan û naveroka operasyona azadkirina Musilê û qonaxa piştî DAIŞêxisterû.

Nûçeyên têkildar