26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hacî: Ev 100 sal e derfetek wisa ji Kurdistanê re nehatiye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, destpêşxeriya Serok Barzanî bo aliyên
 
siyasî pir girîng e û pêwîst e aliyên siyasî bi cidî wê destpêşxeriyê werbigirin, da ku pirsgirêk
 
çareser bibin.
 
Dr. Mihemed Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Cenabê Serok Barzanî hest bi girîngiya vê
 
qobaxê dike û eşkere ye jî ku guhertinên mezin li navçeyê birêve ne û civaka navdewlet giringiyê
 
dide Rojhilata Navîn û di nav de jî Iraq û Sûriye ligel Herêna Kurdistanê, ji vê rewangehê jî
 
destpêşxeriya Barzanî bo wê yekê ye ku aliyên siyasî lihev kom bike û pirsgirêkan çareser bike.”
 
Hacî wiha got: “Pêwîst e em pirsgirêkên xwe bidin aliyekî û hewl bidin piştre behsa wan bikin.
 
Tişta ku girîng e ew e ku em yekdengiyek û yekhelwêstekê di nav mala Kurdistanê di
 
berjewendiya giştî de bikin, ji ber ku ev 100 sal e ku derfeteke wisa baş bo Kurdistanê nehatiye
 
û niha civaka navdewletî bi giringî li Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û Fermandarê Giştî yê
 
Pêşmerge ji aliyê Barzanî dinere.”
 
Dr. Mihemed Hacî got ku, destpêşxeriya Serok Barzanî bo aliyên siyasî pir girîng e û pêwîst e
 
aliyên siyasî bi cidî wê destpêşxeriyê werbigirin, da ku pirsgirêk çareser bibin. Herwiha rola
 
Serok Barzanî roleke mezin e û kes nikare veşêre û civaka navdewletî jî wî wek serkirdeyê vî şerê
 
li dijî terorê dibîne.

Nûçeyên têkildar