Dijî teror û hêzekî Amerîka operasyoneke hevbeş pêk anîn

Hewlêr-KDP.info- Di kûrayiya xaka dijmin de rêveberiya giştî ya hêza dijî teror û
hezekî taybet a Amerîkayê operasyonekî hevbeş bi awayekî serkeftî bi dawî kirin.
Rûpela fermî ya dijî terorê ya hêza Kurdistanê bi rêya pêgeha xwe ya fermî ya tora
civakî facebookê de belav kir;
‘’Îro serê sibê 11.08.2016ê hêzekî taybet di rêveberiya giştî ya dijî terorê ya ser bi
Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê û hêzekî taybet a Amerîkayê operasyonekî
hevbeş de, kûrayiya xaka dijmin û nêzîk navçeyekî bajarokê Qamê ya li ser sînorê
Iraq û Sûriyê karîn terorîstê mezin ê bi navê Samî Casim Mihemed El Cibûrî ku wek
Hacî Hamid tê nasîn, li gel şêwirmendê wî bikujin.’’
Di beyanameya dijî terorê de tê gotin; ‘’Hacî Hamid berpirsê giştî yê çavkaniyên
xwezayî yê gruba terorîst a DAIŞê buye û yek ji rêveberên herî diyar ê wê gruba
Herwaha di beyanameyê de tê gotin, piştî pêkanîna operasyona hêzên hevbeş,
hêzên operasyon pêkanîne bi silametî vegeriyane binkeyên xwe.




