26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Şebek û Kakeyî tawanên DAIŞê dibin pêşiya dadgehê

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Meha bê Kurdên Şebek û Kakeyî diçin pêşiya dadgehê û li dijî
 
rêxistina terorîstî ya DAIŞê gilî bikin. Parêzerekî xwebexiş jî dibêje, ewê bi belge
 
piştrast bikin ku DAIŞ çi tawan kirine derheqê Şebek û Kakeyîyan de û çawa ew
 
jenosîd û qir kirine.
 
Parêzer Eyad Kakeyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Komîteya pilebilind a bi
 
jenosîdnasandina dosyeya kurdên Şebek û Kakeyîyan de, bi serokatiya Wezîrê
 
Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan Mehmûd Hacî Salih biryar daye ku di destpêka
 
meha Îloinê de li parêzgeha Dihokê gilî li dijî terorîstên DAIŞê tomar bike û
 
belgehên qirkirin û jenosîda Kurdên Şebek û Kakeyî radesta dadgeha Bilind dike.”
 
Kakeyî wiha got: “Çekdarên DAIŞê di dema dagîrkirina gundên Kakeyî û Şebekan
 
de, tawanên mezin li dijî mirovan kirin û jibilî kuştin û talankirinê, mezargehên
 
pîroz ên şebek û kakeyî jinav birin.”

Nûçeyên têkildar