26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Demîrtaş bo PKK: Em şerê nava bajaran qebûl nakin

Çavkanî: KDP.info
 
Ajans-KDP.info- Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş derbarê daxuyaniya
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik de got, ew qebûl nakin şer
 
derbasî bajaran bibe.
 
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik diyar kiribû wan rêbaza şer
 
guhertine û gotibû: "Rêbazeke bi tevger a şer tê meşandin. Ji xwe bi vê rêbaza şer,
 
hêzên dewletê nikarin bikevin taxên hin bajaran.
 
Eger bikevin navê jî nikarin bimînin. Şer êdî li deşt, çiya, bajaran wê li her derê bê
 
meşandin. Wê li metropolan bê meşandin, tê meşandin. Êdî ne tenê li çiyê ye."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş di
 
hevpeyevîneke ligel rojnameya Cumhuriyetê de rexne li Cemil Bayik kir.
 
Selahattin Demîrtaş wiha got: “Em daxuyaniya PKKê ya dibêje emê li bajaran şer
 
bimeşînin rast nabînin û qebûl nakin. Tişta niha pêwsît, PKKê banga aştiye bike û
 
hêviya wê zêde bike ye. Em vê yekê ji PKKê dixwazin.”

Nûçeyên têkildar