26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDKÎ: Derfeteke zêrînî ji Başûr re çêbûye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
 
(PDKÎ) ragihand ku derfetek zêrînî ji Kurdan re hatiye û divê wê derfetê ji destê
 
xwe nebin.
 
Kawe Berhramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Derfeteke gelekî zêrînî ji Başûrê
 
Kurdistanê re çêbûye, bo lidarxistina referandumê û piştre bidestxistina
 
serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku ev yek hêviyeke dêrîn ya xelkê Kurdistanê ye û
 
divê karekî baş jê re bê kirin.”
 
Behramî wiha got: “Pêwîst e hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê hemû hevkar bin û
 
piştgiriya hev bikin û rewşê bi başî di berjewendiya kurdan de bikar bînin, lewma
 
karê hevbeş û piştavaniya lihev dibe piştevanî ji Hêzên Pêşmerge re û Kurd bi ser
 
dikevin li dijî terorê.”
 
Wî endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) wiha domand:
 
“Serok Barzanî kariye rolekî pir baş bibîne û ew û Hêzên Pêşmerge fakterên serke
 
ne di şerê li DAIŞê DAIŞê de.”

Nûçeyên têkildar