Serokayetiya Kurdistanê sersaxî li kesukarên zarokên nexweşxaneya Yermukê kir
__2016_08_10_h18m24s43__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarên
zarokên li nexweşxaneya Yermuk a Bexda şewitiyîn kir.
Roja çarşem 10.08.2016 li encama rûdanekî agirpêketinê li beşa jinan ya
nexweşxaneya Yermuk a bajarê Bexda hejmarekî zêdeyê zarokên biçûk şewitîn û
canê xwe ji dest dan. Can ji destdana zarokên biçûk yê bi vî awayî rûdanekî gelek
diltezîn û xegîne.
Li vir da serxweşiyên xwe ji bo kesukarê zarokên can ji destdayî yên nexweşxaneya
Yermuk a bajarê Bexda radigihînîn û hevbeşê xema wanîn û hêviya başbûnê ji bo
birîndaran dixwazîn. Hêvî dikîn ku êdî karesatên bi vî awayî dûbare nebê û jiyana
zarokan li her cîhek be parastî bê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
10.08.2016




