26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pirojeyeke girîng li ser Çiyayê Şingalê tê bicîkirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Bo alîriya zêdetir a koçber ser Çiyayê Şingalê û koçberên êzdî li wê navçeyê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Konsulxaneya Komara Polonya li Hewlêrê kolandina bîrên avê û gihandina karebayê bo ser Çiyayê Şingalê îmze kir.

Îro û bo zêdetir alîkariya koçberên êzdî li ser Çiyayê Şingalê û navçeyên derdora çiya, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di merasîmekê de û bi amadebûna Cîgirê Serokê wê dezgehê Mûsa Ehmed û Cîgirê Konsulê Komara Polonya li Hewlêrê, girêbesteke kolandina bîrên avê û gihandina ava vexwarinê û karebayê bo koçberên ser Çiyayê Şingalê û navçeyên serdora wê hat îmzekirin.

Piştî îmzekirina wê girêbestê, Konsulê Polonya bi qasî 190960 dolar bo cîbicîkirina wan pirojeyan terxan kir.
 

Nûçeyên têkildar