26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê rastiya PKKê nas kir..Êdî bawerî bi wan nemaye

Çavkanî: KDP.info
 
Helebçe-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Helebçe dibêje, beriya niha PKKê xort bi
 
derewan dixapandin û ew dibirin Qendîlê, niha jî kêm caran zarokan dixapînin, lê
 
xelkê rastiya wan nas kir û êdî baweriyê bi wan nakin û nema tevlî wan dibin.
 
 
Kargêrê Şaxa 12 ya PDKê li Helebçe Bextiyar Sidîq ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Beriya niha PKKê xort bi derewan dixapandin û ew dibirin Qendîlê, niha jî kêm
 
caran zarokan dixapînin, lê xelkê rastiya wan nas kir û hêzên ewlehiyê ji wan hatin
 
agahdarkirin, ji ber ku reftarên kirêt ligel kolberan dikirin û bac ji wan distandin,
 
lewma xelkê dest ji wan berdan.”
 
 
Bextiyar Sidîq wiha domand: “Niha ti rêxistineke wan nemaye û êdî baweriyê bi
 
wan nakin û nema tevlî wan dibin ji ber ku digotin emê ligel herçar perçên
 
Kurdistanê û dewleta Kurdî ne, lê derket ku derewan dikin.”

Nûçeyên têkildar