26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turkman: Baweriya me bi yekîtiya Iraqê tune ye..Kurdistan li hêviya referandumê ye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Partiya Tevgera Demokrat a Turkmanan li Kurdistanê
 
Kerxî Altî Birmax ragihand ku hêviya pêkvejiyan û yekperçeya axa Iraqê nemaye
 
û divê gelê wê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
 
 
Kerxî Altî Birmax ji malpera KDP.info re ragihand: “Baweriya min bi yekîtiya axa
 
Iraqê nemaye û niha Kurdistan li hêviya referandumê ye, ji ber ku ti pêwendiya
 
wê bi Bexdayê re nemaye û ji mafê gelê Kurdistanê ye ku bibe xwedî dewlet.”
 
 
Birmax wiha got: “Kurdan hêvî dikirin ku demokrasî vegere hemû Iraqê û
 
hikûmeta Iraqê bi yek çavî li hemû welatiyan binere û her ked bigihê mafê xwe,
 
herwiha kesên ku zilm dîtine bên qerebûkirin.
 
 
Bûyerên vê dawiyê yên Iraqê ji me re piştrast dikin ku Iraq careke din nabe
 
welatek ji me hemûyan re.”

Nûçeyên têkildar