Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Tendirûstiyê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Tendirustiyê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Roja sêşem 09.08.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr
Rêkewt Heme Reşîd Kerîm Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronahî xiste li ser karubarê
Wezareta Tendirustiyê ya her li destpêka dest bi karbûna wî ya wekî Wezîrê Tendirustiyê û heta
niha û proje û kar û çalakiyên Wezareta xwe ji bo Serok Barzanî behs kir.
Li beşekî dinê civînê de Wezîrê Tendirustiyê, Serok Barzanî ji girift û kêşeyên Wezaretê agahdar
kir û ji bo rûbirûbûna giriftan li kerta tendirustiyê û her wiha babeta hawirdekirin û dabeşkirina
derman û keresteyên pizîşîkiyan û arîşeyê di derbarê derman û komek proje û pêşniyaran
xisterû.
Li beranber da Serok Barzanî spasî Wezîrê Tendirustiyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û
destxweşiyê lê kir ku karên xwe bi başî bi cîh kiriye û di derbarê çareserkirina kêşeyan û bi
cîhkirina pêşniyar û projeyan rênimayî û şîretên pêwîst da Wezîrê Tendirustiyê.




