Hisên: Tek parêzer ji Kerkûkê re, Herêma Kurdistanê ye

Kerkûk-KDP.info- Endamekî Encumena Parêzgeha Kerkûkê dibêje, niha
xelkê Kerkûkê baweriya wan bi Iraqê nemaye û zêdetir baweriya wan bi
Herêma Kurdistanê heye, ji ber ku tek parêzer ji Kerkûkê re Herêma
Kurdistanê ye û çavkaniya wê ya darayî ye, lewma niha dema referanduma
Kerkûkê ye bo vegera ser Herêma Kurdistanê.
Fûad Hisên ji malpera KDP.info re ragihand: “Baweriya xelkê Kerkûkê bi
hikûmeta Iraqê nemaye, ji ber ku ev 3 sal in Bexda tip ere ji Kerkûkê re
neşandiye û bi qasî milyarek û 300 milyon dolar deyindarê Kerkûkê ye.
Herwiha biryar bû çend pirojeyan bike, lê tiştek ji wî bajêrî re nekiriye.”
Hisên wiha got: “Tek parêzer ji Kerkûkê re Herêma Kurdistanê ye û
çavkaniya wê ya darayî ye, lewma niha dema referanduma Kerkûkê ye bo
vegera ser Herêma Kurdistanê.”




