26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya 5189 malbatên koçber kir

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkariya welatiyên ku ji bin
 
destê DAIŞê hatine rizgarkirin dike.
 
 
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê gihştiye dest BasNews Dezgeha Xêrxwazî
 
ya Barzanî ragehandiye ku, îro 8 Tebaxê, Dezgeha Barzanî li kampa Dîbege
 
xwarin bi ser 2752 malbatên ku ji destê DAIŞê revaiyane belav kir.
 
 
Dai daxuyaniyê de hatiye: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi alîkariya UNHCR
 
keresteyên çêkirina xwarinê û kon bi ser 284 malbatan ve baelavkirye,
 
herwiha xwarin jî bi ser 350 malbatî belavkiriye û ava vexwarinê jî jibo 1404
 
malbatî peydakiriye.”
 
 
Bêhtirê koçberên kampa Dîbege welatiyên Iraqî ne ku xwe ji destê DAIŞê
 
rizgarkieine û xwe gihandine deverên bin deselata Pêşergeyên Kurdistanê.
 
 
Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî dezgehek Kurdistanî ye û ji aliyê Neteweyên
 
Yekbûyî bi fermî tênasîn, alîkariya xelkên hejar û penaber li Kurdistanê dike.
 
 
Bi sedema şerê taifî li Iraqê dinavbera Sunne û Şîe de herwiha bi sedema
 
şerê li Sûriyê û qeyrana wî welatî niha bêhtir ji 1 milyon û 800 hezar koçber
 
û penaber li Herêma Kurditanê bicîbûne, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
 
berdewam alîkariya wan dike û xizmetguzariyên serekî ji wan re pêşkêş
 
dike.

Nûçeyên têkildar