26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. DAIŞ hemû navçeyên bin destê xwe jidest dide

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê

ragihand ku stratîjiya DAIŞê ji êrişê hatiye guhertin bo bergiriyê û niha
 
hemû navçeyên bin destê xwe jidest dide.
 
 
Hisên Yezdanpena Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê ji
 
malpera KDP.info re ragihand: “Stratîjiya DAIŞê ji êrişê hatiye guhertin bo
 
bergiriyê û niha hemû navçeyên bin destê xwe jidest dide.”
 
 
Yezdanpena wiha got: “Li gorî nexşeyên serbazî Hêzên Pêşmerge gelekî
 
pêşde çûne û navçeyeke pir mezin û berfireh ji destê DAIŞê derxistine û
 
berdewam jî pêşdeçûnê dikin û tên şikandin, herwiha tenê xweteqandin li
 
pêşiya wan maye.”

Nûçeyên têkildar