Seidî Xalid: Hewlên Barzanî daxwazên xelkê Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Rêxerê Karûbarê navbera Parlemanto û Hikûmeta
Herêma Kurdistanê, amaje bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê dike bo
cem partiyên siyasî yên Kurdistanê û civîna aliyên siyasî û dibêje, hemû gelê
Kurdistanê piştevaniya wan hewlan dikin.
Seidî Xalid ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew daxwaza Serok Barzanî ku
pêşkêşî aliyên siyasî hatiye kirin bo civîn û gotûbêja wan, daxwaza hemû
xelkê Kurdistanê ye. Bi wê wateyê ku Barzanî daxwaza xelkê pêşkêşî aliyên
siyasî kiriye.”
Xalid wiha got: “Berdewamiya vê rewşê ziyanê digihîne me hemûyan û
nabe kurd ku gelek eger li pêşiya wan e, xwe ji vê rewşê re amade nekin û
pêwîst e ev rewş çareser bibe.”




