Fûad Hisên ligel Polîtburoya PDKê civiya..PDKê piştevaniya yekrêziyê dike
__2016_08_08_h18m59s56__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Dr. Fûad Hisên li
avahiya Polîtburoya PDKê ligel sekreter û endamên Polîrburoya PDKê civiya.
Îro li avahiya PDKê, sekreter û edamên Polîtburoya PDKê pêşwazî li Dr. Fpad
Hisên kirin, ku bi mebesta nirxandina mijara destpêşxeriya Serokê Herêma
Kurdistanê Mesûd Barzanî bo aliyên siyasî, ev serdan kir.
Di wê hevdîtinê de, jibilî bixêrhatina Dr. Fûad Hisên, Polîtburoya PDKê
helwesta xwe diyar kir ku piştevaniyê li wan hewlên Hisên dikin bo
bidestanîna yekrêziya tevahiya navmala kurdî, ew jî di songeya hestkirin bi
berpirsyaretiya PDKê û ji ber hestiyariya vê rewşa girîng bo sûd wergirtin li
vê derfetê bo kurdan.
Piştre Sekreterê Polîtburoya PDKê spasiya Dr. Fûad Hisên kir bo hewl û keda
wî di serdana aliyên siyasî de.




