26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmergeyên dêrîn piştevaniya destpêşxeriya Serok Barzanî kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li gel şanda hevbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl
 
û Komeleya Pêşmergeyên Kevin civiya û di wê hevdîtinê şanda mêvan
 
piştevaniya xwe bo destpêşxeriya Serok Barzanî ragihandin.
 
 
Roja yekşem 07.08.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê li gel şanda havbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya
 
Pêşmergeyên Kevin civiya ku ji berpirs û endamên her dû saziyê
 
pêkhatibûn.
 
 
Li civînê de berpirs û endamên Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya
 
Pêşmergeyên Kevin behsa kêşe û giriftan û rewşa xerapa jiyana
 
Pêşmergeyên kevin kirin û daxwaz kirin Serok Barzanî xema wan bixwe û
 
hesabekî taybet û dadperwerane ji bo xebat û keda Pêşmergeyên kevin bê
 
kirin û rewşa jiyan wan bê baştir kirin.
 
 
Her li vê civînê de bi mebesta rêxistina mûçe û daxwaziyên wan behsa
 
pêkhatina lîjneyekî taybet ya duvdadaçûn û bi cîhkirina biryaran kirin.
 
Li beşekî dinê civînê de şanda hevbeşa Dezgeha Bilinda Eylûl û Komeleya
 
Pêşmergeyên Kevin palpiştiya xwe ji bo destpêşxeriya Serok Barzanî û
 
çareserkirina qeyrana siyasî û asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê
 
ragihandin.
 
 
Li beranber da Serok Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo xebat û ked û
 
qurbanîdana Pêşmergeyên kevin derbirî û piştevaniya xwe jî ji bo daxwaz û
 
mafên wan ragihand. Her wiha behsa rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û
 
çareserkirina qeyrana siyasî û her wiha paşaroja Kurdistanê û peywendiyên
 
li gel Iraqê kir û ronahî jî xiste li ser hengavên serbixweyî û piyadekirina
 
mafê diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar