Demîrtaş: Ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan

Li Awustralyayê ji bo piştevaniya bi BDP ê re bernameyek hat pêkanîn û ji her çar parçeyên Kurdistanê partiyên siyasî amade bûn.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş axaftinek pêşkêş kir û diyarkir ku destnedana parlementerên wan re be dê çi bibe. Yekîtiya Kurdan ji her tiştî girîngtire û got ku ev sedsal dê bibe sedsala Kurdan.
Li bajarê Sydney ê Awustralya di vê bernameyê de Hevserokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), parlamenterên partiya Lîberal û Partiya Karkeran a Awustralya, Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê (PDK-Î), Partiya Komunîsta Îranê (Komela) Komeleya Şoreşgerên Kurdistan (Rojavayê Kurdistan) û nûnerên rêxistinên sivîl yên demokratîk tevlî bûn.
Demîrtaş got: " Li Rojavayên Kurdistanê Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Li Başûr dewleta me heye. Li Rojhilat jî înşalah dê di demek nêz de be. Yekitiya me ji her tiştî girîngtir e. Destnedana 9 parlamenterên me rabikin dê çi bibe. Yekitiya Kurdan ji her tiştî girîngtir e. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan."
demertash.jpg deme




