26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Girîng e em bi helwesteke hevbeş vê qonaxê derbas bikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya
 
Emîndarê Giştî yê Tevgera Çaksazî û Geşekirinê Dr. Mihemed Bazyanî
 
de, ragihand ku helwesta PDKê berdewam ew bûye ku berjewendiya
 
neteweyî di ser hemû berjewendiyên din re bê girtin û di vê qonaxê de
 
jî dibîne ku pir girîng e hemû aliyên siyasî xwedî helwesteke hevbeş bin,
 
bo bidestve anîna armancên gelê kurd.
 
 
Di wê hevdîtinê de, Mîranî behsa pêşhatên dawî û guhertin û rewşa
 
Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî kir, herwiha amaje bi rol û
 
canfîdayîya Hêzên Pêşmerge di bergiriya Kurdistanê bilind nirxand û
 
amaje bi aramî û asayişa Herêma Kurdistanê kir.
 
 
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku helwesta PDKê
 
berdewam ew bûye ku berjewendiya neteweyî di ser hemû
 
berjewendiyên din re bê girtin û di vê qonaxê de jî dibîne ku pir girîng e
 
hemû aliyên siyasî xwedî helwesteke hevbeş bin, bo bidestve anîna
 
armancên gelê kurd.

Nûçeyên têkildar