PYDê cardin dewleta Kurdî li Sûriyê red kir

Rojava-KDP.info- Hevserokê PYDê Salih Mislim di nûtirîn daxuyanî de
ligel ajansa Sputnîk a Rûsî de, careke din dewleta kurdî red kir.
Berpirsekî ENKSê jî dibêje, PKK û PYDê xelk bi navê avakirina dewleta
Kurdî gêj kirine û bi hezaran xelk ji bo wê yekê dane kuştin, lê niha
dewleta Kurdî red dikin.
Endamê ENKSê Dr. Kawa Ezîzî ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD
beşek e ji PKKê, ku di nava salên borî de wê partiyê digot em bo
dewleta Kurdî şer dikin û şehîdan datînin, lê niha dibêjin dewleta kurdî
hizreke kevin e.”
Wî endamê ENKSê da zanîn ku, rast e niha li Rojavayê Kurdistanê PYD
xwe wek deselat dibîne, lê nikare biryayê li ser paşeroja kurdan bide.




