Xelîl: Welat û rêxistin li hemberî Şingalê kêmxem in

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl dibêje, hemû
welatên cîhanê û rêxistinên navdewletî li hemberî karestana Şingalê de
pir bêxem bûne û heta niha nikarîne karekî wisa bikin ku hinekî barê
wan kêm bikin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Bo avakirina devera
Şingalê pêdviya me bi 10 milyar dolar heye, ew jî bo avakirina wî bajêrî
û qerebûkirina xelkê wê, ku heta niha jî ti welatekî cîhanê û ti
rêxistineke navdewletî pêngav navêtine bo avakirina Şingalê.”
Xelîl wiha got: “Hemû welatên cîhanê û rêxistinên navdewletî li hemberî
karestana Şingalê de pir bêxem bûne û heta niha nikarîne karekî wisa
bikin ku hinekî barê wan kêm bikin û wê karesatê bi jenosîd bidin
naskirin.”




